Nurnberg

Di serdema Sosyalîsta Netewî de, Nurnberg bajarê Mîtîngên Partiya Nazî bû. Nêzîkî mîlyonek şagirtên Hîtler salê carekê çend rojan li vir kom dibûn. Di vê pêvajoyê de gelek mafên mirovan hatin binpêkirin. Ji ber îdeolojiya nijadperestî û nemirovane ya Naziyan gelek kes û kom êş kişandin. Çend mîlyon mirov hatin çewisandin, îşkence kirin, bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

Îro Nurnberg bajarê aştî û mafên mirovan e. Ji destpêka vekirina xebata Danî Karavan ve, bajar bi taybetî bi mafên mirovan re eleqedar bûye. Divê her kes xwe rehet hîs bike û mafên xwe yên li Nurnbergê bizanibe.

Daîreya mafên mirovan a şaredariyê li ser mafên mirovan agahî û bûyeran dide. Xelata Navneteweyî ya Nurnbergê ya Mafên Mirovan her du salan carekê tê dayîn. Ev xelat ji bo kesên ku ji bo rêzgirtin û parastina mafên mirovan li welatê xwe têdikoşin e. Li Nurnbergê gelek rêxistinên din ji bo mafên mirovan dixebitin.